Nîsan 16, 2018 12:45 Asia/Tehran
  • NY ji rayedarên iraqî xwestin ewlehiya hilbijartinê dabîn bikin

Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê hewldana ji bo terorkirina berendamekî hilbijartinên parlemana Iraqê şermezar kir û ji rayedarên iraqî xwestin ewlehiya hilbijartinê dabîn bikin.

Li gor nûçeya Kurdpressê, Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jan Kubiš (Yan Kubîç) ji rayedarên vî welatî xwest ku bila ewlehiya berbijar, komên siyasî û kesên ku biryar e li 12 meha tê dengê xwe bidin dabîn bikin.

Jan Kubiš herwiha xwest ku bila rayedar û gelê Iraqê derheq hewldanên hin kesan ku dixwazin li bereberê hilbijartinan tirs û xufê ji xelkê re çê bikin û aşitî û ewlehiyê li Iraqê bêxin ber talukeyê , hişyar bibin.

Nûnerê NY li Iraqê herwihahewldana ji bo terorkirina berendamekî hilbijartinên parlemana Iraqê li parêzgeha Kerkûkê şermezar kir û derheq  hitmala zêdebûna êrişan ser berendam û beşdarên dengdayînê li pêşerojê hişyarî da.