Nîsan 16, 2018 11:45 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana xelkê Iraqê bona mehkûmkirina êrişa Amerîka ser Sûriyê

Hezaran kes ji xelkê Iraqê bi pişkdariya li xwenîşandana berfireh li Bexda û bajarên dine vî welatî êrişa eskerî ya Amerîka, Brîtaniya û Fransayê ser Sûriyê mehkûm kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Êvara duh yekşemê hezaran kes ji xelkê Iraqê bi pişkdariya li xwenîşandana berfireh li Bexda û bajarên dine vî welatî êrişa eskerî ya Amerîka, Brîtaniya û Fransayê ser Sûriyê mehkûm kirin û bilî mehkûmkirina siyasetên Amerîka li navçê agir berdane alaya vî welatî û Waşîngton bi palpiştiya ji terorîstan tawanbar kirin.

Casim El-Helfî ki li vê xwenîşandana xelkê Iraqê siyasetên Amerîka li navçê mehkûm kir got: Li halê ku tiştek nemaye dewleta Sûriyê işkesta tam li terorîstên DAIŞ`ê xîne, Amerîka bi êrişa eskerî ser axa Sûriyê nîşan da ku naxwaze terorîst li vî welatî ji nav herin û bona zêdekirina morala terorîstan ev êrişa organîze kir.

Herwisa li bajarên Necef û Kerbelaya Iraqê jî xelkê van bajaran derketin kolanan û êrişa Amerîka û hevalbendên xwe ser axa Sûriyê mehkûm kirin.

Siba şemiya bihurî, Emerîka, Fransa û Brîtanyayê bêtirî 100 mûşek avêtin ser meqerên Sûriyê li navend û derdora Şamê ku sîstema  berevaniya hewayî ya Sûriyê karî 71 mûşekan radû bike û wan têk bibe.

 Emerîkayê tev Brîtanya û Fransayê li rojên  derbasbûyî îdia kirin ku Sûriyê li bajarê Dûmayê li Xûteya rojhilatê çekên kîmyawî xebitandine û bi vê mehneyê êriş kirin ser Sûriyê.

.