Heyder Ebadî: Em dê ji bo jinavbirina DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê bikevin dewrê
Serokwezîrê Iraqê got: Bexda bi hevkariya dewleta Şamê operasyonek li dijî endamên mayî yên DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê dê cih bîne.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB Newsê, û ji zarê televîzyona El-Iraqiyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina komek ji medyadakarn li Bexdayê xetera rastîn ji bo welatê xwe vegeryana DAIŞ`ê bo navçên rojhilata Sûriyê û hevsînorê Iraqê da zanîn.
Serokwezîrê Iraqê destnîşankir: Me hin lêzanîn di destê xwe de hene ku nîşan didin endamên mayî yên DAIŞ`ê dixwezin bikevin nava Iraqê û dest bi operasyona întiharî bikin.
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Terorîst ji bo Iraq û navçê bi talûke ne lê em li vê barê ji cixîzên sor ên peywedniya dualî û serwerî û xweseriya Sûriyê derbas nabin û li vê barê bi dewleta Sûriyê re me gotûbêj kiriye.
Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê pêştir karîn ku çend êrişên teorîstên DAIŞ`ê li sînorê vî welatî û Sûriyê bê encam bikin.