Nîsan 14, 2018 15:57 Asia/Tehran
  • Bexda: Êrişa ser Sûriyê gefek dijî ewlehiya navçê ye

Dewleta Iraqê bal kişand ser vê yekê ku êrişa leşkerî ya ser Sûriyê dikare gefek dijî ewlehiya navçê be û xwest ku serokên ereb civîneka awarte bona hilkolandina berûlayên vê êrişê pêk bînin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Al Jazeerayê, dewleta Bexdayê li hember êrişa leşkerî ya Amerîkayê û hevgirtiyên wê ser Sûriyê, bertek nîşan da.

Li gorî vê raporê Bexdayê ragihandiye ku êrişa ser Sûriyê meseleyeka bixeter e ku gef li ewlehiya navçê dixwe.

Her di vê çarçoveyê de Bexdayê xwestiye ku serokê Ereb civîneka awarte bona hilkolandina berûlayên êrişa Amerîkayê ser Sûriyê pêk bînin.

Dewleta Iraqê herwiha ji bilî diyarkirina dilgiraniya xwe li hember vê êrişê, ragihandin ku ev êrişa kesên sivîl têxe ber xeterê.