Nîsan 13, 2018 16:43 Asia/Tehran
  • Êrişa muhtemel a ser Sûrîyê dê bibe sedema karesatê

Wezîrê karên derve yê Iraqê got ku êrişa muhtemel a ser Sûrîyê dê bibe sedema karesatê û ragihand, ev kiryara dê ji bo hemî welatên navçê bitehluke bibe.

Li gorî rapora Fars News`ê, Îbrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê îro raighand ku êrişa hewayî ser Sûrîyê dê bi karesat bibe û derbê li hitbara civaka navnetewî bide û dê ji bo hemî welatên navçê bi tehluke bibe.

Wezîrê karên derve yê Iraqê her cure hevdengîya di navbera Bexda û Enqerê ji bo êrişa Tirkîyê ser baregehên PKK`ê li axa Iraqê de derew da zanîn û got: Tu hevdengîyek di navbera Bexda û Enqerê de li bara operasyona leşkerî ya hevpar ji bo êrişa ser baregehên PKK`ê li axa Iraqê tineye.

Wî bi pêgirîya ser pişkdarîya vî welatî li civîna bê ya serokên Ereb li Erebistana Siûdîyê ragihand ku Iraq têkildarî civîna serokên Ereb çi li asta serokan û çi li asta wezîrên karên derve bi armanca gîhandina peyamên xwe bo navçê hesaban dike nemaze ku navçe pêrgî pirsgirêkên mezin bûye.

Wezîrê karên derve yê Iraqê ku niha li Erebistanê ye, herwiha got: Hin birayên me tewişîne ku DAIŞ divê li Iraqê were têkbirinê ji ber ku endamên wê dijminê Iraqê ne, lê DAIŞ dijminê me bi tenê nîne, belkî dijminê hemî ereb, misilmanan û xelkên cîhanê ye.