Nîsan 13, 2018 12:19 Asia/Tehran
  • Li Selahaddîna Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 kesan can dan

Li bajarê Selahaddîn yê îraqê di nav goristanekê de koma terorîst a DAIŞê êrişa bombeyî kir, di encama êrişê de 10 kes hatin kuştin 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ketine dest li bajarê Seleheddîn li navçeya Şerqetê koma terorîst a DAIŞê êrişa bombeyî ser grûbekê ku li goristanê dixebitî kir ku di encama vê êriş ê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn. Navçeya Şerqetê dikeve 160 kîlomêtriya Bakurê Bexdayê.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya vê yekê anîbû ziman ku "li hember DAIŞê têkoşîna leşkerî qediyaye, DAIŞ ji erdê Iraqê hat paqijkirin" lê van êrişên ku tên kirinê nîşan didin DAIŞ hîn jî di nav Iraqê de neqediyayê û her dem ku derfet jê re çê dibe êrişên terorîstî pêk tîne.