Adar 22, 2018 11:38 Asia/Tehran
  • Dewama bertekên li hemberî sefera welîehdê Erebistanê bo Iraqê

Hevdem digel dijayetiyên berfireh li Irqê li dijî sefera ihtimalî ya Mihemed bin Selmanê welîehdê Erebistanê bo Bexdayê, Tevgera Îslamî ya El Wefaya Behrêynê jî ji merceyên dînî, partî, eşîr, bijarte û gelê Iraqê xwest ku rê li ber hatina welîehdê siûdî bo vî welatî bigirin.

Li pey ragihandina mêdyayên erebî û iraqî li bara sefera welîehdê siûdî bo Iraqê ji bo baştirkirina pêwendiyên navbera Riyaz û Bexdayê, çalakên torên civakî yên Iraqê tevî birêxistina Hashtag'a "La ehlen we la merheba biziyaretun welî el ehd el siûdî" («لا اهلاً و لا مرحباً بزیارة ولی العهد السعودی») (Bi xêr nehatî) dijayetiya xwe bi vê seferê û helwêstên rayedarên siûdî ragihandin.

Li gorî rapora IRNAyê, tevgera îslamî ya El Wefaya Behrêynê roja çarşemiyê bi daxûyaniyekê hebûna Mihemed Bin Selman li Iraqê wek hevdîtina Qesab digel goriyan da zanîn û ragihand: Sefera welîehdê siûdî bo Iraqê li halekî ye ku cîhana îslamê ji ber mîrata têrorîstî û tekfîrî û rola wêranker a rêjîma siûdî di nava êgir da ye.

Tevgera îslamî ya El Wefaya Behrêynê tevî amajeya bi agahbûna Alê Siûd ji cîgeha çarenûssaz a Irqê li pêşeroja navçeyê, her wiha ragihand: Ev rêjîma hewil dide da ku bi veşartina rastiya xwe li kincê îslamê, bijardeyên siyasî yên Iraqê bixalifîne, lê serê wê dê li zinrê agahî û hişyariya gelê vî welatî keve.

Tevghera îslamî ya El Wefaya Behrêynê her wiha bal kişande ser qeyrançêkriin û piştevaniyên malî, çekdarî û mêdyayî yên rêjîma siûdî ji komên têrorîst û ragihand: Êrîşên çekdarî yên vê rêjîmê lis er Behrêyn û Yemenê ji ber kînajotina veşartî ya mezhebî ya Erebistanê û dijminatiya digel tevgerên azadîxwaz ên gelên navçeyê ye.

Bikarênerên torên civakî ek berteka li hemberî siyasetên dijminane û wêranker ên Erebistanê derheq Iraqê di heyama panzdeh salênn bihurî da, destnîşan kirin: "Piştevaniyên malî û siyasî yên siûdiyan ji komên têrorîst li Iraqê bûye sebeba kuştina bi hezaran welatiyên asayî û lêketina ziyanên malî li binavahiyên vî welatî".