Adar 19, 2018 09:03 Asia/Tehran
  • Sipasiya Heşdê Şeibî ji piştevaniyên Îranê li warê şerê dijî DAIŞê

Alîkarê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî tevî ragihandina girîngiya piştgiriyên Îranê ji gelê Iraqê li warê têkoşîna dijî têrorîstên DAIŞê, got: Li vê têkoşîna dijwar Komara Îslamî ya Îranê her cûre alîkariyek raber kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Alîkarê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî, Ebu Mehdî El Muhendis berêvara Yekşemiyê li rêûrismekê li bajarê Necefa Eşrefa Iraqê got: Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya şerê dijî DAIŞê bi serkirdayetiyaa Amerîkayê di du mehên destpêka şerê dijî DAIŞê li Havîna sala 2014an heta fişekek jî neda me, lê eva Îran bû ku li şerê dijî DAIŞê her cûre alîkariyek da ber destê me.

Alîkarê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî bal kişande ser vê yekê ku li azadkirina deverên din ên Iraqê jî ti piştevaniyeka navneteweyî ji hêêzn iraqî pêk nehat û got: Di du salan şerê gelê Iraqê dijî têrorîstên DAIŞê, tenê Îranê ji dewlet, gel û hêêzn iraqî piştgirî kir.

El Muhendis her wiha tevî hişyariya li bara xalifandina rastiyên şerê dijî têrorîsmê li Iraqê, got: Erebistan û imarat hîn jî ji bo wêrankirina Iraqê dirêv xerc dikin.

Alîkarê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî her wiha got: Divê li dîrokê were tomarkirin ku merceyiyeta bilind a Iraqê û rêberê Înqilabê li Îranê û ciwanên şopînerê merceyiyetê, Iraqê ji bin dagirkeriya DAIŞê rizgar kirin.

Ebu Mehdî El Muhendis, cîgirê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî her wiha got: Şerê dijî DAIŞ û têrorîsmê li Iraqê hela bi adwî nehatiye û gelê Iraqê hema wisa li halê têkoşîna dijî têrorîsm û piştevanên wê ne.