Îmzekirina reşnivîsa hevhatina xurtkirina hevkariya ewlehiyê navbera Qeter û Iraqê
Alîkarê wezîrê karên hundir ê Iraqê ku bi taximekê re sefera Dûhayê kirine, reşnivîsa hevhatinê ji bo xurtkirina hevkariyên ewlehiyê bi Qeterê re îmze kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê û ji zarê rojnama El-Ereb Qeterê ev reşnivîsa îro çarşeiyê ji aliyê Mahir Necm Ebdulhuseyn, alîkarê wezîrê karên hundir ê Iraqê li karûbarên îstixbarat û lêkolînên federalî û Sed Bin Casim Xelîfî, rêveberê giştî yê ewlehiya giştî ya Qeterê li warê xurtkirina hevkariyên ewlehiya dualî hat îmzekirin.
Casim El- Xelîfî li vê barê got: Armanca vê reşnivîsê zêdekirina hevkariyên ewlehiya hevpar û veguhestina lêzanîn û tecruban e û piraniya mijarn bi taybet li warê hîndekariyê, rawestana li ber terorîzmê, sextekirina belgeyan û sûçn organzîebûyî, rawestana li ber madên narkotîk, qaçaxa mirovan, dirav şûştin û ewlehiya bender û balefuirgehan digre ber xwe.