Adar 14, 2018 16:34 Asia/Tehran
  • Ebadî: Dewleta Iraqê dijî gendeliyê gavên cidî radike

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Xetera gendelî ji teroîsmê zêdetir e û dewlet bi pêngavên guncaw dijî gendeliyê disekine.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê Sumeriye News`ê, Heyder El Ebadî, li civînekê li parêzgeha Neynewayê, tayfexwazî û terorîsm jî du xeterên cidî ji bo Iraqê dan zanîn û herwiha got: Dewlet wê koka gendeliyê hişk bike û gel wê li dahatiyê encamên van karan jî bibînin.

Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê li çend mehên buhurî bi taybet bi ragihandina serketina leşkerî ya li hember DAIŞ`ê li vî welatî, sekinîna li hember gendeliyê, yek ji bernameyên herî girîng ên dewleta xwe da zanîn û got: Piştî serketina Iraqê li şerê li dij terorîsmê, niha dora şerê dijî gendeliyê ye.

Li gorî nûçeyeka din, Şêx Humam Hemûdî, serokê Meclisa Bilind a Islamî ya Iraqê û Ekrem El Kebî, sekreterê giştî yê Berxwedana îslamî ya Nucebayê, îro çarşemiyê li avahiya navendî ya Berxwedana Îslamî ya Nucebayê li Bexdayê bi hev re hevdîtin pêk anîn û li ser mijarên sereke yên Iraqê di warên siyaset û ewlehiyê de gotûbêj kirin.

El Kebî li vê hevdîtinê li ser girîngiya yekbûna netewî ji bo serketina li şerrê dijî terorîstên tekfîrî pêgîrî kir û Humam Hemûdî jî qedrê rola binirx û bi bandor a Tevgera Nucebayê bona serêxwegirtina serketina mezin a gelê Iraqê li hember koma terorîst a DAIŞ`ê girt.

Heyder El Ebadî, serokwezîr û fermandê gişt hêzên çekdar ên Iraqê, Kanûna 2017`an bi awayekî fermî azadiya tam a axa vî welatî ji bin lepên DAIŞ`ê ragihand lê operasyona paqijkirina vî welatî ji bin lepên paşdamaiyên DAIŞ`ê hîn berdewam e.