Çarenivîsa nediyar a 11 hezar iraqiyan piştî azadkirina Mûsilê
Polîsê Iraqê got ku tevî azadkirina bajarê Mûsilê ji lepên koma treorîstî ya DAIŞ`ê, çarenivîsa bi hezaran iraqiyên vî bajarî hîn ne diyar e.
Li gorî arpora roja duşemiyê ya IRNA`yê, Basim Elî El-Hecar, fermandê polîsê parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê destnîşan kir: Terorîstên DAIŞ`ê piştî sernixûnbûna Mûsilê, zêde ji 11 hezar kesên sivîl girtin û tevî ku dewlet û hêzên ewlehiyê yên Iraqê piştî azadkirina Mûsilê, hemî navendên bicihbûna terorîstan geriyane û meytê bi sedan hezar kesî hatine peydakirin lê hîn jî çarenivîsa kesên wendabûyî nediyar e.
Li gorî raporeke din ji Iraqê, taximek ji aliyê dewleta federal a Iraqê bi serokatiya Elî El-Elaq serokê banka navendîya vî welatî ji bo şêwirîna bi berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê re gihêşt Hewlêrtê. Biryar e li civîna navbera berpirsên Bexda û Hewlêrê ser meselên aborî navbera her du aliyan gotûbêjê werekirin
Ji aliyê din ve berdevkê Herêma Kurdistana Iraqê li bara muzakireyên telefonî yên Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêmê û Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî agahî da û got: Muzakirên telefonî navbera her du aliyan li bara meselên ku Bexda û Hewlêrê li ser wan pirsgirêka wan heye, bûye.
.