Daxûyaniya Heşda Şebî li bara candayîna hejmarek ji hêzên wan li Kerkûkê
Hejmarek ji hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li encama pevçûna tev terorîstan li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya El-Alamê, rêveberiya raghandinê ya Heşda Şebî ya Iraqê li daxûyaniyekê raghand: Hêzên taybet ên Heşda Şebî ji çend rojan berî niha ve operasyonek ji bo girtina hejmarek ji terorîstan li Hewîcê destpê kirine û li çend operasyonan, destkewtên berbiçav bi dest xistine.
Hejmarek zêde ji terorîstan ji wan hejmarek ji serkirdeyên wan jî hatine binçavkirin.
Heşda Şebî li vê daxûyaniyê got: Yekşemiyê şevê hejmarek ji hêzên Heşad Şebî ketina kemîna komek ji terorîstan ku kincên eskerî li xwe kiribûn û piştî pevçûnên giran û kuştina hejmareke zêde ji terorîstan ji ber zêdebûna hejmara êrişkiran û nebaşbûna rewşa av û hewayê, 27 kes ji endamên hêzên Heşda Şebî li vî şerê canê xwe ji dest dan.
Heşda Şebî li vê daxûyaniyê balê dikşîne ser vê yekê ku em şanaziyê dikin ku hêzên xwe li riya dabînkirina ewlehiya Iraqê pêşkêş kirine û ser pêwîstiya hevkarî û hevgirtina ji bo paqijkirina navçên azadbûyî ji lepên terorîstan teqez kir û ji xelkê Kerkûkê xwest ku ji bo paqijkirina hemî navçên azadbûyî hevkariyê bikin.
Dewleta Iraqê, 21 Kanûna 2017`an ji dawiya bicihbûna eskerî ya Koma terorîstî ya DAIŞê agahî da lê paşmayiyên vê komê bi awayê belavbûyî û hin caran êrişan ser hin navçan dikin.