Rayedarê iraqî: Mayîna eskerên Emeîkayê li Iraqê nayê pînekirin
Serokê Komîsyona ewlehî û berevaniyê yê parlemana Iraqê li bara hizûra eskerên emerîkî li Iraq û armancên wan hişyarî da.
Li gorî rapora IRNA`yê, Hakim El-Zamolî, îro li daxûyaniyekê raghand ku Emerîka nêzîkî 8 hezar eskerên xwe di Iraqê de heye ku îsrara ser bichkirina wan li axa Iraqê nayê pînekirin.
Serokê Komîsyona ewlehî û berevaniyê yê parlemana Iraqê her wiha diyar kir ku ji ber kutabûna şerê li hember terorîstên DAIŞ`ê li Iraqê, bicihbûna zêde ya eskerên emerîkî cihê pirsê heye.
Hakim El-Zamolî destnîşan kir ku eva ku em fikir bikin Emerîka ji bo parastina ewlehiyê û pêvajoya siyasî hatiye Iraqê, fikreke şaş e.
Serokê Komîsyona ewlehî û berevaniyê yê parlemana Iraqê diyar kir: Ji ber van muzakiran nebû ku hejmareke zêde ji hêzên emerîkî ji Iraqê li sala 2011an çûn, belkî komên berxwedana Îslamî ay Iraqê bûn sedem eskerên Emerîkayêji Iraqê derkevin.
Hejmarek ji rayedarên pilebilind ên Emerîkayê li çend heftiyên buhurî ragahndine ku hêzên xwe dê li Iraqê xweyî bikin û xetaya derketina ji Iraqê mîna sala 2011`an dubare nakin.
Ev helwêsta emerîkiyan ku li berûvajiya xwesta dewletê û tevgerên siyasî û raya giştî ya Iraqê ye, rastî dijberî û kerb û kîna giştî li nava Iraqê hatiye.
Hêzên emerîkî ku li sala 2011`an ji ber işkestên berdewam, neçar man terka axa Iraqê bidin li sala 2014`an bi mehna rawestana li ber DAIŞ`ê û tev hevalbendiyeke navneteweyî cardinê derbasî nava Iraqê bûn.