Sibat 14, 2018 19:57 Asia/Tehran
  • Sêkrêtêrê giştî yê NY: Jinûveavakirina Iraqê divê digel aştîya netewî be

Sêkrêtêrê giştî yê NY bi ragihandina piştgirîya ji insîyatîfên curbicur têkildarî jinûveavakirina Iraqê pêgirî kir: Jinûveavakirina Iraqê divê bi aştîya netewî li vî welatî be.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Antonîyo Gotêrêş îro li konfiransa navnetewî ya Jinûveavakirina Iraqê li Kiwêtê, kivşkirina pêşeroja Iraqê girîng û sûdwergirtina beranber ya her kesî pêwîst zanî û got: Divê di warên wek perwerde û pêkanîna derfetên karkirinê ji bo ciwan û jinên mexdûrê têrorîsmê li Iraqê de pêngav bên rakirin û pêşxistina vî welatî di hemî waran de be.

Sêkrêtêrê giştî yê NY ji pişkdarên konfiransa navnetewî ya Jinûveavakirina Iraqê xwest ku li hemberî têrorîstan piştgirîyê bidin vê sazîyê û got: Iraqê derîyên ser rûpela reş a rabhorîyê girêdane û ev konfiransa niha ji bo gelê hejar ê vî welatî hêvî ye.

Konfiransa navnetewî ya Jinûveavakirina Iraqê ji roja duşem 12`ê Sibatê ve mideha sê rojan li Kuweytê û bi pişkdarîya çalakên bankî, tacir û rayedarên sîyasî yên zêde ji 50 welatên cîhanê destpê bûye.

Li gorî raporan, Tirkîyê soza sermayeguzarîya 5 milyard dolarî, Banka Cîhanî 4.7 milyard dolar, Kuweytê 2 milyard dolar, Qeterê milyardek dolar, Japonê 600 milyon dolar û YE`yê 400 milyon dolar ji bo avedankirina Iraqê dane.