Sibat 14, 2018 14:00 Asia/Tehran
  • FAO: Sedî 40 ji erdên cotkariya Iraqê li şerê dijî DAIŞ`ê ji nav çûye

Saziya Xwarek û Cotkariyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (Food and Agriculture Organization yan FAO) li daxûyaniyekê ragihand ku sedî 40 ji erdên cotkariya Iraqê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê ji nav çûye.

Li gor raporaajansa nûçan a IRNA`yê FAO li daxûyaniyekê bal kişande ser viya ku 12 milyon kes ji xelkê Iraqê li gundan dijîn ku abûra wan girêdayî cotkariyê ye û ragihand ku Cotkarên iraqî li van salana ji ber şerê li dijî terorîstên DAIŞ`ê xisarên zav dîtine û aware bûne.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji sala 2014 bi palpiştiya abûrî û eskerî ya Amerîka û hevalbendên xwe yên welatên rojavayî û erebî ji wan Erebistan û Tirkiyê êrişî ser Iraqê kir û pişkên zav ji navçên bakûrî û rojavayî yên vî welatî dagîr kir û cinayetên zav pêk anî.

Artêşa Iraqê bi palpiştiya hêzên gelanî yên vî welatî , hêzên berxwedanê û alîkariya musteşarî ya Komara îslamî ya Îranê karî navçên dagîrbûyî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin û xebata van terorîstan di nav axa Iraqê kuta bû.