Sibat 13, 2018 18:59 Asia/Tehran
  •  Civîna navneteweyî ya Koweytê ji bo avedankirina Iraqê

Ji bo avedankirina Iraqê hevceyî bi alîkariya 100 milyar dularî heye.

 Selman El-Cemîlî wezîrê plandarêştinê yê Iraqê li civîna  navneteweyî ya avedankirina Iraqê û komkirina  alîkariyan ku ji duh ve li Kuweytê destpê bûye got: Divê aramî û ewlehiyê pêk bînin û binavahiyan amade bikin da ku rewş ji bo vegeryana  awareyan  xweş bibe . Li vê civînê ku heya sibê didome xêncî welatên ku alîkarî dane, hin nûner ji beşên taybet jî beşdar bûne. 

 Mustefa Elhîtî serokê sindûqa avedankirina Iraqê jî li vê civînê bal kişand ser avedankirina  binavahiyan li welatê xwe û got ku  zêde ji 138 hezar mal li Iraqê xisar dîtine û nîva wan tam kavil bûne û zêde ji 2 û nîv milyon iraqî jî aware bûne.

 Berdevkê Wezareta karên derve ya  Îranê jî got ku Komara Îslamî ya Îranê avedankirina Iraqê karekî tam pêdivî û durust dizane û ser pêwîstiya  beşdariya sadiqane û nemeşrût a civaka Navneteweyî li vê avedankirina  teqez dike.Hevgavê vê civînê, nîşangeha  teknolojiyên  nû ya pisporên  îranî li Bexadyê xebata xwe destpê kir.