Şêwirîna seyd Emar Hekîm û Nûrî Malikî li bara hilbijartinên Iraqê
Alîkarê serokkomarê Iraqê li hevdîtina bi serokê tevegra Hikmeya neteweyî li bara dosiya hilbijartinan li vî welatî şêwirî.
Li gorî rapora Fars Newsê, Nûrî Malikî, alîkarê serokkomarê Iraqê bi amadebûna li nivîsgeha seyd Emar Hekîm serokê tevgera Hikmeya neteweyî bi wî re gotûbêj kir.
Li gorî raghandina nivîsgeha medyayî ya tevgera Hikmeya Neteweyî li Têhranê, Hekîm li vê hevdîtinê ser hevkariya komên siyasî yên Iraqê li çarçoveya gihêştina bo qonaxa aramiya siyasî sekinî û got: Hilbiajrtinên pêşerojê, Iraqê ji qonaxa bêewlehiyê dibe qonaxa aramiyê.
Li vê hevdîtinê her du alî li bara meselên siyasî, navçeyî û hilbijartinên pêşber û pêwîstiya parastina destkewtên cihhatî li vê midehê şêwirîn.
Hekîm pêştir jî tev rayedarên din ji wan Hadî Amêrî, Muqteda Sedr û Eyad Elawî hevdîtin pêk aniye û li bara hilbijartinên parlemanî û pêşeroja Iraqê gotûbêj kiriye.
Hilbijartinên Iraqê biryar e 12 Gulana tê li seranserê vî welatî were lidarxistin.