Sibat 12, 2018 19:40 Asia/Tehran
  •  Heyder Ebadî  qebûl kir ku derbasgeha sînorî ya  Bûkemalê vebe

Wezîrê karên hundir ê Iraqê ragahnd ku serokwezîrê vî welatî vekirina derbasgeha sînorî ya stratejîk û hevpar bi Sûriyê re qebûl kiriye.

 Li gorî rapora Fars Newsî û ji zarê malpera nûçan a El-Exbariyê, Qasim El-Ercî, wezîrê karên hundir a Iraqê îro duşemiyê raghand: Li çola Enbarê heta astekê ewlehî pêk hatiye û derbasgeha sînorî ya Terîbîlê ku pir giring e, vebûye û niha em li dû vekirina  derbsgehên sînorî yên din de ne.

Wezîrê karên hundir a Iraqê got: Em hêvî dikin derbasgeha sînorî ya El-Qaimê jî vebe û  Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê gişt  hêzên çekdar ên Iraqê ev meseleya erê kiriye.

  El-Ercî destnîşan kir: Sînorên  Iraq û Sûriyê bi qasî 670 km in û kontrola tam a eskerî ya wê ji riya  cihên nêzîktir dê cih were û li hin  navçên  artêşê û li hin cihên din dê alîkariyê ji Hêzên Heşad Şebî wergirin.

 Li saya tidareka ji bo destpêkirina  danûstarndinên ticarî ji riya derbasgeha  sînorî ya Bûkemalê û bona  xurtkirina  hevkariyên ewlehiya sînorî navbera du welatên  Iraq û Sûriyê, Muhemed El-Şuar wezîrê karên hundir a Sûriyê sêşemiya buhurî derbasî Iraqê bû û tev hejmarek ji rayedarên  iraqî hevdîtin û gotûbêj kir.

 Wezîrê karên hundir a Iraqê her wiha  li bara girtina zêde ji hezar endamên DAIŞ`ê li pêvajoya paqijkirina  parêzgehên  rojava  vî welatî agahî da û got: Piraniya  girtiyan ji welatên  Asiyaya navendî ne û hejmara wan dighêje 49 kesî ku 399 kes ji wan tirk in û hejmarek zêde  jin an zarokên bin 18 salî in.