Tekîda Cebûrî ser hizûra Îranê li prosa avedankirina Iraqê
Serokê parlemana Iraqê duh yekşemê li rêûresma bîranîna salvegera 39-an a serketina inqilaba îslamî ya Îranê li Bexdayê ragihand ku pêwîste Îran li prosa avedankirina Iraqê pişkdariyê bike.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Selîm Cebûrî Serokê parlemana Iraqê û parek pir ji karbidestên leşkerî û siyasî û hinek ji nûnerên parleman û şexsiyetên vî welatî û hinek ji baylozên welatên din li Iraqê duh yekşemê li Bexdayê pişkdariya rêûresma bîranîna salvegera 39-an a serketina inqilaba îslamî ya Îranê kirin û Cebûrî li gotinên xwe serketina inqilabê li Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, gel, dewlet û meclisa Îranê pîroz kir û got: ``Gelê Îranê bi bijartina nizama xwe karî serketinên zav bîne dest``.
Serokê parlemana Iraqê herwisa destnîşan kir ku welatê wî dixwaze peywendiya di navbera Têhran û Bexdayê berfirehtir bibe.
Serokê komîteya ewlehiya Bexdayê jî li vê rêûresmê bal kişande ser nexş û rola Komara îslamî ya Îranê li serketina gelê Iraqê li hemberî terorîstên DAIŞ`ê û got: ``Em qedrzanê siyasetên Komara îslamî ya Îranê li hemberî Iraqê ne``.
Baylozê Îranê li Iraqê jî li vê rêûresmê got: ``Herwisa ku em li şerê dijî terorîstên DAIş`ê li kêlega welatê cînar û doste xwe iraqê bûne li prosa avedankirina Iraqê jî dê em li kêlega xelk û gelê vî welata bin``.