Sibat 12, 2018 11:06 Asia/Tehran
  • Dewama girtina çeteyên DAIŞê li navçeyên ser sînorê Iraq û Sûriyê

Navenda ragihandinê ya Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî) ragihand ku opêrasiyona geşt û lêgerînê ji bo şopandin û girtina çeteyên têrorîst ên DAIŞê li navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê didome.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê Sputnikê, Navenda ragihandinê ya Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî) roja Yekşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê tevî ragihandina vê nûçeyê her wiha ragihand: "Çend tîp ji hêzan karê xwe yê lêgerînê ji bo peydakirina komên ser bi DAIŞê li navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê pêk anîn ku li vê oêrasiyonê navenda El Sekareyê û navçeya Ecîl El Fezîlî ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞê hat paqijkirin".

Hêzên irqî ku pirraniya wan ji Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê ne, li navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê bi cih bûne da ku rê li ber ketina çeteyên DAIŞê nav axa Iraqê bigirin.

Li gorî nûçeyeka din, Eyûb Yûsif Seîd ji fermandarên hêzên Pêşmerge bi peyamekê ji berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê ra got: "Bila berpirs mijara dayîna destmizd û meaşa hêzên Pêşmerge bişopînin, heke visa nebe ew ê rê li ber hatûçûna tankêrên hilgirê nifta xav bigirin".

Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê tevî firotina serbixwe ya niftê di heyama sê salên bihurî da, meaş û destheqê kedkarên vê herêmê nedane û Herêma Kurdistana Iraqê di vê heyamê da bûye qada lidarxistina xwenîşandana gelanî bi nîşana nerazîtiya li hemberî rewşa xerab a jiyanê.