Çile 21, 2018 17:16 Asia/Tehran
  • Dengê Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Iraqê ser xêra alîgirên lidarxistina hilbijartinan

Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Iraqê wek lêvegera herî girîng a şirove û ravekirina destûra bingehîn a vî welatî îro nîqaşa têkildarî dema lidarxistina hilbijartinan kuta kir û ragihand ku dema ji bo lidarxistina hilbijartinan hatîye kifşkirinê nayê guhertin û bi vî awayî dengê xwe ser xêra alîgirên lidarxistina hilbijartinan da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Eyas Samûk berdevkê Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Iraqê li daxûyanîyekê ragihand ku vê dadgehê bi pirranîya dengan pêgirî li ser pêwîstîya pêbendîya li dema kifşkirî ji bo lidarxistina hilbijartinên parlimana Iraqê û neguhesrtina dema wê kir. Wî herwisan got ku Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Iraqê di bersiva daxwaza parlimanteran de di 21`ê Çilê de dema şirovekriina xala 2 a madeya 56 a destûra bingehîn a Iraqê bi pirranîya dengan deng daye pêwîstîya pêbendîya li dema kifşkirî ji bo lidarxistina hilbijartinan û neguhertina wê.

Bi ragihandina biryar û dengê Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê parliman li piratîkê erkdar e pêbendî vê hêkma dadwerîyê be û divê hilbijartin di 22`yê Gulanê de bên lidarxistin.

Hin fraksyonên parlimana Iraqê nemaze fraksyonên Ehli Sune û Kurd di çend rojên vê dawîyê de hewil dan ku hilbijartin bi hegera venegerîna awareyan ser warên xwe herîkêm 5 heta 6 mehan bên paşdaxistinê.

Li biryara Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Iraqê tenê basa pêbendîya li dema lidarxistina hilbijartinên parlimanê hatîye kirinê û qet basa hilbijartinên konseyên parêzgehan ku Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê lê digere hevgavê hilbijartinên parlimanê lidar bixe nehatîye kirin.