Çile 21, 2018 16:54 Asia/Tehran
  • Neyarîya Dadgeha Federal a Iraqê li hemberî paşdexistina hilbiajrtinên parlemanî

Dadgeha bilind a federala Iraqê roja yekşemiyê paşdexistina hilbijartinên parlemanî neqanûnî da zanîn û ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan li dema kivşkirî sekinî.

 Pêştir Homam Hemûdî, cîgirê serokê parlemana Iraqê raghand ku parlemanê nameyek li bara kivşkirina  dema lidarxistina  hilbiajrtinên parlemanî şandiye dadgeha  federal da ku ev saziya  biryara dawiyê li vê barê bide.

 Ebas El-Beyatî nunerê parlemana  Iraqê jî raghand:  hikmê dadgeha  bilind  a federal li gorî qanûnê ji bo nûnerên  parlemanê divê were cih anîn.

 Niha bi raghandina hikmê dadgeha  bilind  a federal a Iraqê, hilbiajrtinên  parlemanî yên vî welatî divê di dema  qirarkirî yanê 12 meha gulana 2018`an  were lidarxistin.

 Hevgav Emar Hekîm  serokê fraksiyona  parlemanî ya hevalbendiya  neteweyî ya Iraqê li hevdîtina  taxima medyayî ya Kuweytê destnîşan  kir: Hilbiajrtinên  parlemanî ya Iraqê bi çarenivîs e.

 Emar Hekîm  got: Hilbiajrtinên  parlemanî divê di dema qirarkirî were lidarxistin ji ber ku  Iraq ji qonaxa damezrandina  demokrasiyê derbasî qonaxa tesbît û xurtkirinê dibe.

 Biryar bû parlemana  Iraqê pênşeiya buhurî ,18 Çillê li bara dema lidarxistina  hilbiajrtinên  parlemnaî û Konseyên  parêzgehan biryarê bide ku ji ber pirsgirêkên navbera nûneran, ev yeka cih nehat. Ev civîn  ma şemiyê ku vê carê jî tu encameke wê tinebû û biryar e sibê duşemiyê  cardinê li vê barê biryarê bidin.