Çile 21, 2018 15:01 Asia/Tehran
  • Tekîda Ebadî ser parastina wehdet û yekparçetiya Iraqê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev Niçîrvan Barzanî serokwezîrê îdara xwecî ya herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê ser parastina wehdet û yekparçetiya Iraqê sekinî.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina duh şemiyê tev Niçîrvan Barzanî serokwezîrê îdara xwecî ya herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê ser parastina wehdet û yekparçetiya Iraqê sekinî û li vê civînê herwisa daxwaza dewama civîna komîteya taybet bi balafirgehan bona îsteqrara dewleta Bexdayê ser balafirxanên Hewlêr û Solêymaniyê hate kirin.

Ebadî herwisa ragihand: Pêwîste nifta ku li Herêma Kurdistana Iraqê tê derxistin di bin çavdêriya dewleta navendî ya Bexdayê bo bazarên cîhanî bê firotin.

Li daxûyaniya nivîsgeha serokwezîriya Iraqê hatiye ku Ebadî û Barzanî ser çareserkirina neyariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê sekinînin .

Eva ewil sefera Niçîrvan Barzanî bo Bexdayê piştî çêbûna aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê ye.

Piştî ku  giştpirsiya  cidabûnê li Herêma Kurdistana  Iraqê tevî dijberiyên  cîhanî û berteka  cidî ya  dewleta Iraqê, 25ê Îlona 2017an  ser îsrara Mesûd Barzanî li asta vê navçê û hin navçên  bikêşe navbera Hewlêr û Bexdayê hat lidarxistin,  rewşeke aloz li anvçê pêk hatiye.

 Bexda giştpirsiya  Kurdistana Iraqê li dijî qanûna  bingehîn dizane û îsrarê dike ku divê encamên wê werin betalkirin.