Çile 20, 2018 18:43 Asia/Tehran
  • Civîna bê encam a Parlimana Iraqê li ser kivşkirina dema lidarxistina hilbijartinan

Civîna Parlimana Iraqê li ser kivşkirina dema lidarxistina hilbijartinên tê, ji ber derketina hejmarek ji nûneran bê encam ma û hilkolandina vlê mijarê ma bo sibê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, li dû dewama nakokiyên di navbera firaksiyonên parlimanî yên Iraqê de li civîna îro ya li ser mesela dema lidarxistina hilbijartinên parlimanî û konseyên parêzgeha, careka din hilkolandina vê mijarê paşda ket  û ma bo civîna tê ku biryar e sibê were lidarxistin.

Selîm Cibûrî, serokê Parlimana Iraqê, ragihand ku careka din hilkolandina vê mijarê paşda ket û wê li civîna sibê li ser vê yekê deng were vergirtin.

Îro Humam Hemûdî, li daxuyaniyekê ragihand: Me nameyek ji bo Dadgeha Bilind a Federal a welêt şandiye û ev saziya, biryardera dawîn a li ser paşdaketina hilbijartinan yan lidarxistina wê li dema kivşkirî ye.

Di eynî demê de serokê firaksiyoneka parlimanî ya Iraqê got: Parlimanê hêjatiya xwe ji bo guhertina dema hilbijartinan tuneye.

Serokê Fraksiyona Partya Fezîleta Îslamî ya ku peywendiya wê bi merceiyeta ayetulah Şêx Mihemed Yeiqûbî heye, dibêje ku Parlimana Iraqê ji hêla qanûnî ve tu hêjatiya xwe bona guhertina dema hilbijartinan tuneye.

Emar Teime, bi weşandina daxuyaniyekê roja şemiyê li berteka li hember hin hewldanên li parlimana Iraqê bona paşdaxistina dema lidarxistina hilbijartinan li vî welatî got ku li gorî qanûnê, Parlimanê tu hêjatiyek ji bo guhertina dema hilbijartinan li Iraqê tuneye.

Parlimana Iraqê ku biryar bû Pêncşemiyê li bara dema lidarxistina hilbijartinên Parlimanî û yên konseya parêzgeha biryarê bide, bi hegera nakokiyên li ser vê yekê, nekarî vî karî bike û civîna hanê kete îro. Îro jî bi beşdarî û amadebûna 229 nûneran, civîna Parlimanê hate lidarxistin lê her wek roja pêncşemiyê, tu hevhatinek di navbera fraksyonên parlimanî de ser vê yekê pêk nehat û hin çavkanî jî ragihandine ku Fraksiyona Sunî ya Tehalif El Qewî, bona nîşandayîna nerizamendiya li hember rewşa heyî, ji civînê derketine.

Ev fraksyona dixweze ku hilbijartinên tê ku biryar e 12`ê meha Gulanê were lidarxistin, paşda bikeve.