Çile 20, 2018 18:14 Asia/Tehran
  • Şêwirîna Ebadî û Barzanî li Bexdayê

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, li ser alûgorên vê dawiyê yên navçê û qeyrana ku di navbera Bexda û Hewlêr.ê de pêk hatiye şêwirîn.

Li gorî raproa Ajansa nûçeyan a FARS`ê, piştî derbasbûna nêzî çar mehan ji qutbûna peywendiyên dîplomatîk û siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bona lidarxistina giştpirsîna cidabûnê, eva yekemîn sefera Barzanî bo Bexdayê ye.

Qeyrana li peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de piştî wê destpê bû ku Mesûd Barzanî, serokê Berê yê Herêma Kurdistana Iraqê, li kiryareka yekalî, 25`ê Îlona sala buhurî, giştpirsîna cidabûna Kurdistanê ji Iraqê li dar xist. Bexdayê ev kara dijî qanûna bingehîn û yekperçetiya axa Iraqê da zanîn û dijî wê derket.

Ji bilî Bexdayê, cînarên Iraqê, saziyên navçeyî û navneteweyî yên wek Yekîtiya Ereban û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) jî dijî vê giştpirsînê derketin.

Dewleta Iraqê bona destpêkirina gotûbêjên siyasî yên bi Hewlêrê re, hin mercê danîne ku hinek ji wan mercana ev in: Ragihandina fermî ya îbtalkirina encamên giştpirsîna neqanûnî ya cidabûnê, radestkirina hemî derbasgehên sînorî û balafirgehan, radestkirina derhatên niftî û neniftî û derhata xeraca Herêma kurdistana Iraqê bo dewleta navendî.