Çile 19, 2018 12:33 Asia/Tehran
  • Tevgera Al Wasat a Iraqê têkildarî paşdaxistina hilbijartinên parlimanê hişyarî da

Serokê Tevgera Al Wasat têkildarî paşdaxistina hilbijartinên parlimana Iraqê hişyarî da.

Muwefeq Rubeyî serokê Tevgera Al Wasat`ê li hevpeyvîna digel televîzyona Al Alamê got: Paşdemayîna lidarxistina hilbijartinên parlimana Iraqê dê berovajî destûra bingehîn û hewcedarê ketina dewrê ya NY ji bo pêkanîna dewleta demkî be.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê pêgirî kirîye ku hilbijartin yê di dema xwe de bên lidarxistin. Lê piştî neyarîya parlimanterên Hevalbendîya Netewî ya Iraqê li hemberî şêwaza dengwergirtina têkildarî dema lidarxistina hilbijartinên parlimanî, meclisê civîna dengwergirtina nihênî di warê paşdaxistina hilbijartinên parlimanî de bo roja şemya tê paşda xist.

Heyder Ebadî li hevdîtina digel Yan Kobîş serokê desteya NY li Iraqê pêgirî kir: Em li dijî her cure hewildana ji bo paşdaxistina hilbijartinan in.

Kobîş jî li vê hevdîtinê pesna hewildanên dewleta Iraqê jibo xurtkirina istiqrarê û berfirekirina çaksazîyên aborîyê û têkoşîna li hemberî gendelîyê da.

Biryar e ku hilbijartinên parlimana Iraqê di 12`ê Gulana tê de li 18 deverên hilbijartinê ji wan li deverên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî werin lidarxistin lê hin alîyên sîyasî li Iraqê hewil didin bi hecetên curbicur, hilbijartinên parlimanî û konseyên parêzgehan paşda bixin.