Çile 19, 2018 10:01 Asia/Tehran
  • Cibûrî: Hilbijartinên parlimana Iraqê dê di rewşeke guncav de bên lidarxistin

Serokê parlimana Iraqê got: Hilbijartinên parlimana vî welatî yê di rewşeke guncav û bi istiqrar de bên lidarxistin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Selîm Cibûrî şeva buhurî bal kişand ser vê yekê ku hela parlimana Iraqê biryara teqil têkildarî paşdaxistina hilbijartinên parlimanî nedaye û got: Mijara ku hemî alî pêgirîyê li ser dikin, `` lidarxistina hilbijartinan di rewşa ewleh û bi istiqrar`` de ye.

Serokê meclisa Iraqê bi gotina vîya ku lidarnexistina hilbijartinan bi wateya berçavnegiritna destûra bingehîn e, ragihand: Heke hilbijartin neyên lidarxistin, diqewime Iraq derbasî dewreyeke xirab bibe.

Hêjayî gotinê ye ku li civîna duh a parlimana Iraqê, piştî neyarîya parlimanterên Hevalbendîya Netewî ya Iraqê li hemberî şêwaza dengwergirtina têkildarî dema lidarxistina hilbijartinên parlimanî, meclisê civîna dengwergirtina nihênî di warê paşdaxistina hilbijartinên parlimanî de bo roja şemîya tê paşda xist. Bi dû vê yekê parlimanterên Hevalbendîya Netewî ya Iraqê wek fraksyona herî mezin a parlimanî ji civîna parlimanê derketin.

Piştî Fraksyona Parlimanî ya Hevalbendîya Netewî ya Iraqê, Fraksyona parlimanî ya Tevgera Gorranê jî ji civîna dengwergirtina nihênî ya têkildarî paşdaxistina dema hilbijartinên parlimanê derket.

Biryar e ku hilbijartinên parlimana Iraqê di 12`ê Gulana tê de li 18 deverên hilbijartinê ji wan li deverên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî werin lidarxistin lê hin alîyên sîyasî li Iraqê hewil didin bi hecetên curbicur, hilbijartinên parlimanî û konseyên parêzgehan paşda bixin.