Derketina parlimanterên Hevalbendiya Neteweyî ya Iraqê ji civîna parlemanê
Parlimanterên fraksiyona parlemanî ya Hevalbendiya Neteweyî ya Iraqê piştî pirsgirêka tev serokê parlemanê li bara çawaniya dengirtina li bara pejirandina dema lidarxistina hilbijartinên parlemanî ji civîna parlemanê derketin.
Civîna parlemana Iraqê roja pênşemiyê bi beşdariya nêzîkî 200 nuneran û bi serokatiya Selîm Cebûrî destpê bû da ku pêşniyara raberbûyî ji aliyê hevalbendiya sunne derheq paşdeketina dema hilbijartinên parlemnaî jibo herîkêm 6 mehên din were hilkolandin û jêre deng were girtin.
Serokê parlemana Iraqê li destpêka vê civînê daxwaza wajokirî ji aliyê 148 nuneran ku ku daxwaza vepenî mana dengên li bara dema lidarxistian hilbijartinê dikin xist rojevê û li vê barê deng hat girtin û hat rgahndin ku 149 nûner vê yekê erê dikin . Ev kiryara rastî dijberiya parlimanterên Hevalbendiya Neteweyî ya Iraqê hat û nûnerên vê hevalbendiyê ji civîna eşkere ya parlemanê derketin.
Malpera Someriye Newsê ji zarê çavkaniyeke agehdar a parlemanî nivîsî: Parlimanterên Hevalbendiya Neteweyî ya Iraqê ji ber pirsgirêka pêkhatî li bara dengirtina nepenî li bara dema lidarxistian hilbijartinên parlemanî, parleman terikandin.
Ji ber ku hilbijartina îsal, yekim hilbijartina piştî serketina tama Iraqê ser koma terorîstî ya DAIŞ`ê ye ev hilbijartin pir bala liv û tevegrên siyasî yên nav Iraqê û welatên navçê û cîhanê kişandiye û tê gotin ku ev hilbijartin, pêkhateya pêşeroja siyasî ya Iraqê kivş dike.