Çile 18, 2018 17:40 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê nekarî hilbijartinên parlimanê paşda bixe

Piştî neyarîya parlimanterên Hevalbendîya Netewî ya Iraqê li hemberî şêwaza dengwergirtina têkildarî dema lidarxistina hilbijartinên parlimanî, meclisê civîna dengwergirtina nihênî di warê paşdaxistina hilbijartinên parlimanî de bo roja şemya tê paşda xist.

Piştî ku îro li civîna parlimana Iraqê di navbera parlimanterên Hevalbendîya Netewî ya Iraqê wek fraksyona herî mezin a parlimanî û serokê meclisê de têkildarî çawanîya dengwergirtina têkildarî pejirandina dema lidarxistina hilbijartinên parlimanî de nakokî derket, parlimanterên vê hevalbendîyê ji civîna parlimanê vekişîyan û ev plana tûşî işketê bû.

Piştî Fraksyona Parlimanî ya Hevalbendîya Netewî ya Iraqê, Fraksyona parlimanî ya Tevgera Gorranê jî ji civîna dengwergirtina nihênî ya têkildarî paşdaxistina dema hilbijartinên parlimanê derket.

Fraksyona Parlimanî ya Ehli Sune digel hin parlimanterên kurd dixwazin dema hilbijartinên parlimanî herîkêm 6 meha were paşdaxistin.

Biryar e ku hilbijartinên parlimana Iraqê di 12`ê Gulana tê de li 18 deverên hilbijartinê ji wan li deverên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî werin lidarxistin lê hin alîyên sîyasî li Iraqê hewil didin bi hecetên curbicur, hilbijartinên parlimanî û konseyên parêzgehan paşda bixin.

Di vî halî da serokê Hevalbendîya Al Feth a Iraqê ku ji bo pişkdarîya li hilbijartinan hatîye sazkirin, neyarîya xwe li hemberî paşdaxistina dema hilbijartinên parlimana vî welatî nîşan da û di vî warî de hişyarî da.

Hadî Amirî serokê Hevalbendîya Al Feth a Iraqê îro li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a Someryê, helwesta xwe têkildarî meseleya paşdaxistina hilbijartinên parlimana vî welatî bi zelalî ragihand û got: Paşdaxistina van hilbijartinan bi wateya çûyîna welêt ber bi cihekî nedîyar ve ye.

Hadî AMirî herwiha got: Hevalbendîya Al Feth a Iraqê pêgirîyê ser pêwîstîya lidarxistina hilbijartinên palimanê di dema kifşkirî de di çarçova parastina destûra bingehîn da dike û parlimanter divê rêzê li destûra bingehîn bigirin.