Çile 14, 2018 09:47 Asia/Tehran
  • Hevalbendiya hevpar a serokwezîrê Iraqê tev rêxistina Bedr û Meclisa Binind a îslamî ya Iraqê li hilbijartinan

Bingehekî iraqî ji hevalbendiya hevpar a serokwezîrê Iraqê tev rêxistina Bedr û Meclisa Binind a îslamî ya vî welatî li hilbijartina parlemanî xeber da.

Li gor rapora IRIB News`ê, Bingehekî iraqî duh şemiyê ragihand; ``Heyder Ebadî serokwezîr, Hadî Amirî sekretirê giştî yê saziya Bedr û Şêx Hemam Hemûdî serokê meclisa Binind a îslamî ya Iraqê dê li hilbijartina parlemanî ser navê hevalbendekî nû bi navê `Hevalbendiya Nesr` pişkdar bin``.

Vê hevalbendiyê Heyder Ebadî wekî serokê xwe bijartiye û hatiye ragihandin ku ``Armanca vê hevalbendiya Ebadî, Amirî û Hemûdî pêşxistina pêvajoya siyasî li nav Iraqê û xebata dijî gendeliyê ye``.

Hevalbendiya Nesr a Iraqê ragihandiye ku ji hemû aliyên siyasî yên vî welatî bona peydakirina rêyekî siyasî ji bo pêşxistina vî welatî û çareserkirina kirîzan û avakirina welêt û xebata dijî gendeliyê pêşwaziyê dike.

Herwisa çavkanîyeke parlimanî li Iraqê ragihand ku Eyad Elawî serokê Hevalbendîya Al Wetenîye, Selîm Cibûrî serokê Civata Medenî ji bo Aştîyê û Salih Metlek serokê Hevalbendîya Al Erebîyê ji bo pişkdarîya li hilbijartinên li pêşberî Iraqê de hevalbendîyek damzirandin.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê wê 12`ê meha Gulanê were lidarxistin.