Çile 13, 2018 15:44 Asia/Tehran
  • Têhran ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de amade ye

Sefîrê Îranê li Iraqê ragihand ku Têhran hewil dide pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Îrec Mescêdî sefîrê Îranê li Bexdayê îro bi gotina vîya ku Iraq ji 2 qeyranên mezin bi awayekî serkevtî derbas bû ku qeyrana DAIŞ`ê û şerê tekfîrîyan ji wan bûn, got: Gellek faktoran rol li van serketinan hebûn ku yek ji wan pişkdarîya gel û ya din jî piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ku berpirsên Iraqê qedrê vê piştgirîyê digirin.

Mescidî got ku qeyrana duyem jî mesela Kurdistana Iraqê bû ku heke nehata çareserkirinê yê ber bi qeyran û şerekî navxweyî va biçûya.

Mescidî bi gotina vîya ku Îran piştî Çînê duyemîn şirîkê aborîyê yê Iraqê ye, pêgirî li ser jordabirina asta peywendîyên her du welatan kir û got: Têhran ji asta peywendîyên warên curbicur razî nîne.

Sefîrê Îranê li Iraqê herwiha bal kişand ser hilbijartinên li pêşberî Iraqê û got: Rola hilbijartinan ji bo gel û dewleta Iraqê gellekî girîng e û Îran ji bo raberkirina her cure alîkarîya di vî warî de amade ye.

Bi dû lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ku di 25`ê Îlonê de hat lidarxistinê, kêşeyeke giran di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hat.