Çile 12, 2018 13:26 Asia/Tehran
  • Bi dehan terorîst li Hewîcê hatin girtin

Hêzên Heşda Şeibî duh pêncşemê li operasiyona paqijkirina navça Hewîcê li başûra rojavaya parêzgeha Kerkûkê herî kêm 56 terorîstên DAIŞ`ê girtin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Secad Ebdullah Nasir berpirsê operasiyona operasiyona leşkerê 11 yê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê ku berpirsê paqijkirina navça Hewîcê  û derûdorê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ye got: Hêzên Heşda Şeibî hezar û 228 kîlomitr ji navça Hewîcê û 136 gundan ji destê terorîstên DAIŞ`ê bi tamî paqij kirine.

Secad Ebdullah Nasir destnîşan kir: Hêzên Heşda Şeibî lioperasiyona paqijkirina Hewîcê dehan bombeyên amadeyî teqandinê pûç kirine û piştî vê operasiyonê zivirîne pêgehên xwe.

Hatiye ragihandin ku li operasiyona paqijkirina bilindiyên Mekhûlê li bakûra parêzgeha Selahedînê 4 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û hinek ji pêgehên terorîstan jî kavil bûn.

Herwiha bingehên nûçan yên Iraqê ragihandine, beşeka berfireh a derdora Tûzxormatoyê jî heta niha ji destê terorîstan hatiye paqijkirin û ev opêrasiyon bilez tê domandin.

Li vî halî hat ragihandin ku koma têrorîst a DAIŞ`ê hejamreka endamên xwe li parêzgeha Diyaleyê li rojhilata Iraqê bi darve kirine.

Fermandarekî Heşdê Şeibî ragihand ku DAIŞ`ê hejmareka endamên xwe li navçeya Metîbîcê li sînorê parêzgehên Diyale û Selahedînê ji ber guhnedana fermana pêkanîna opêrasiyona têrorîstî bi darve kirine.