Çile 11, 2018 20:05 Asia/Tehran
  • Elawî, Cibûrî û Metlek hevalbendîyeke hilbijartinê saz kirin

Eyad Elawî, Selîm Cibûrî û Salih Metlek ji bo pişkdarîya li hilbijartinên bê yên Iraqê hevalbendîyek ava kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, çavkanîyeke parlimanî îro ragihand ku Eyad Elawî serokê Hevalbendîya Al Wetenîye, Selîm Cibûrî serokê Civata Medenî ji bo Aştîyê û Salih Metlek serokê Hevalbendîya Al Erebîyê ji bo pişkdarîya li hilbijartinên li pêşberî Iraqê de hevalbendîyek damzirandin.

Wê çavkanîyê ku xwest navê wê neyê aşkirakirinê herwiha got: Heta niha navê wê hevalbendîyê nehatîye aşkirakirin û Salih Metlek û Evdilah Yawer yek ji serokeşîrên Nêynewayê jî digire ber xwe.

Komsyona hilbijartinan a Iraqê şeva buhurî ragihand ku pêncşema tê dema herî dawîyê ji bo raberkirina daxwazên tomarkirina hevalbendîyên ji bo hilbijartinê ye.

Rojnama Al Şerq ul Ewsetê jî di vî warî de nivîsî: Civînên di navbera fraksyonên sune îro li halekî berdewam bûn ku hela jî parlimanterên sune li parlimanê bi hegera cihnehatina sozên dewletê yên têkildarî vegera awareyan, bisînorkirina çekan ku tenê destê dewletê de bin û pêkanîna atmosfêra guncav ji bo hilbijartinan, dixwazin ew hilbijartin bên paşdaxistinê.

Dema dirêjkirî ya ji bo tomarkirina hevalbendîyê ji bo pişkdarîya li hilbijartinên parlimana Iraqê îşev kuta dibe.

Selah Cibûrî serokê Fraksyona Hevalbendîya Komên Iraqî berî vîya gotibû ku tevî nêzîkbûna roja bidawîhatina mecalê, me hela jî nijayar tam û dawîyê pêk neanîye ku em bi rêka wê, binegeya nû ya hevalbendîyê û endamên wê ragihînin. Di sietên bê de yê her tişt kifş bibe.