Çile 09, 2018 17:45 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Hemar Hekîm ser lidarxistina hilbijartina parlimanî ya Iraqê li dema diyarkirî

Emar Hekîm, serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartina parlimanî ya vî welatî li dema kivşkirî ya xwe pêgîrî kir.

Li gorî ragihandina Komîsaryaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, hilbijartina parlimanî ya vî welatî, wê 12`ê meha Gulanê were lidarxistin. Hin tevgerên siyasî yên li Iraqê, hewl didin bi mihaneyên curbicur, hilbijartina dahatî ya parlimanî û konseyên parêzgehan, paşda bavêjin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê Sûmeriye News`ê, Emar Hekîm, li hevdîtina bi Yan Kûbîş (Yan Kubish) nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên Iraqê, ji bilî dijayetiya bi her cure xwesteka li ser paşdaavêtina hilbijartinên parlimanê, got: ``Divê ev hilbijartina wekî garantîkira pergala demokratîk a li welêt, li dema qanûnî ya diyarkirî were lidarxistin``.

Hekîm pêşwaziya şêwirîn û hevdîtinên bi nûnerên komên curbicur li Herêma Kurdistana Iraqî kir û got: ``Ev şêwirîn, pêvajoya gotûbêjên giştalî yên ser bingeha qanûna bingehîn û çareseriya hemî meselan xurt dike``.

Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, herwiha qedrê hewldanên NY yên bona şopandina cinayetên endamên DAIŞ`ê dijî iraqiyan girt.