Çile 09, 2018 10:01 Asia/Tehran
  • Dewama opêrasiyona paqijkirinê li bakurê Iraqê

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê qala dewama opêrasiyona paqijkirina navçeyên rojavaya Daqûqê û derdroa Tûzxormatoyê ji bermahiyên koma tekfîrî û têrorîst a DAIŞ`ê kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, li pey êrîşên çend rojên berî viya yên bi topên hawanê ji aliyê têrorîstan li ser bajarê tirkmennişîn ê Tûzxormatoyê li parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê, hêzên hevpar ên artêş  ûHeşdê Şeibî yên Iraqê bi piştevaniya helîkopterên hêza bejahiyê, opêrasiyona paqijkirina vê navçeyê lezandin.

Li sêyemîn roja vê opêrasiyonê beşeka berfireh a derdora Tûzxormatoyê heta niha hatiye paqijkirin û ev opêrasiyon bilez tê domandin.

Li vî halî hat ragihandin ku koma têrorîst a DAIŞ`ê hejamreka endamên xwe li parêzgeha Diyaleyê li rojhilata Iraqê bi darve kirine.

Fermandarekî Heşdê Şeibî ragihand ku DAIŞ`ê hejmareka endamên xwe li navçeya Metîbîcê li sînorê parêzgehên Diyale û Selahedînê ji ber guhnedana fermana pêkanîna opêrasiyona têrorîstî bi darve kirine.

Li halekî ku hebûna koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê bi dawî hatiye, hîn jî endamên ser bi vê komê, bi awayê komên biçûk û berbelav li hin navçeyên Iraqê hene.