Çile 09, 2018 09:56 Asia/Tehran
  • Stratijiya nû ya Yekîtiya Ewropayê li bara Iraqê hat ragihandin

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê û serokê Komîsiyona Eweropayê roja Duşemiyê bi daxûyaniyeka hevpar stratijiya vê yekîtiyê derheq Iraqê ji bo hilkolandina kêşe û pirsgirêkên vî welatî piştî têkçûna koma têrorîst a DAIŞ`ê ragihandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, li daxûyaniya hevpûar ku ji aliyê Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirînî û serokê Komîsiyona Ewropayê, Yan Klod Yonkêr, va hat weşandin, hatiye bibîrxistin ku Iraq li dû têkçûna DAIŞ`ê niha li qonaxeka girîng a dîroka xwe da ye û niha mijara bingehîn kiryara lezgîn ji bo nûavakirina Iraqê bi beşdariya tevahiya pişkên civata Iraqê bi mebesta xurtkirin û parastina mafên bingehîn û serdestiya qanûnê lui hemî waran e.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Komîsiyona Ewropayê, ev stratijî li ser dewama alîkariyên mirovdostiyê yên Yekîtiya Ewropayê bo gelê Iraqê û hêsankirina pêkanîna ewlehiyê li navçeylên rozgarbûyî ji destê DAIŞ`ê pêgiriyê dike.

Ev stratijî her wiha dixwaze mijara rêformên demdirêj li Iraqê û karên nûavakirin û aştiyê li Iraqê bi mebesta xurtkirina aştîyê û avakirina Iraqeka yekgirtî û dêmokratîk hilêxîne.

Stratijiya berê ya Yekîtiya Ewropayê li bara Iraqê di meha Adara sala 2015an da li çarçova beşek ji stratijiya navçeyî ya Yekîtiya Ewroapyê li bara Sûriye, Iraq û gefa DAIŞ`ê hatibû weşandin.

Konseya karên derveyî ya Yekîtiya Ewropayê pêkhatî ji wezîrên karên derve yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê di roja 19`ê Hezîrana sala 2017an daxwaza amadekirina stratijiyeka nû bi pêgiriya li ser riyên alîkariya Yekîtiya Ewropayê ji bo hilkolandina pirsgirêkên niha yên Iraqê kiribû.

Yekîtiya Ewropayê pêşbînî kiriye ku piştî du salan vê stratijiya pêşniyarkirî bide ber venihêrînê û bi hilkolandina bandora kiryarên pêkhatî, heke pêwîst be, guhertinên pêwîst bisepîne.