Wezîrê çandê yê Iraqê: ``Pêwendiya digel Îranê nikare bi pêwendiya digel welatên din bê berhevdanîn``
Wezîrê çand, Geştyarî û Şûnewarên dîrokî yê yê Iraqê, Feryad Rewandozî got: ``Em girîngî û pûteyeka taybet didine pêwendiya digel Îran ku ne wekî pêwendiya bi welatên din ra ye``
Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê çand, Geştyarî û Şûnewarên dîrokî yê yê Iraqê, Feryad Rewandozî roja Duşemiyê li hevdîtina bi Muhib Xwedayî, alîkarê warê Geştyariyê yê Rêxistina Mîrata çandî, pêşeyên destî û geştyariyê ya Îranê, got: ``Girîngiya pêwendiya bi Îranê ra ji bo Iraqê taybet e ku cihê digel pêwendiya bi welatên din ra ye``.
Rewandozî li vê hevdîtinê bal kişande ser têgihîştinname û belgeyên wajokirî di navbera du welatan da li warên hunerî, mîrata çandî û pêşeyên destî û ew wek rewşeka guncan ji bo xurtkirina hevkariyên navbera Bexda û Têhranê da zanîn.
Wezîrê çand, Geştyarî û Şûnewarên dîrokî yê yê Iraqê, pêşeya geştyariyê weke çavkaniyeka girîng a aborî û rewşek ji bo danûstandin û têkilliya çandî navbera du gelan da zanîn û got: ``Li warê xurtkirina hevkariya bi Îranê ra tu pirsgirêka ku neyê çareserkirin tune û Iraqê amade ye ku li vî warî da bi awayekî çalak bi aliyê îranî ra tevbigere``.
Li vê hevdîtinê Muhib Xwedayî jî bal kişande ser rola pêşeya geştyariyê li geşepêdana aborî her wiha pêkanîn û xurtkirina ewlehiyê û rêûrisma Erbeînê karekî hevpar û mezin navbera Îran û Iraqê da zanîn ku dikare bibe mînakek li warên din ên hevkariyê.
Xwedayî hêsankirin û erzankirina seferên seyr û gerriyanê û seferên pizişkî di navebra du welatan da ji armancên gotûbêjên xwe li sefera bo Bexdayê da zanîn.
Muhib Xwedayî, alîkarê warê Geştyariyê yê Rêxistina Mîrata çandî, pêşeyên destî û geştyariyê ya Îranê roja Yekşemiyê ji bo hilkolandina rêkarên xurtkirina pêwendiya bi Iraqê ra gihîşte Bexdayê.