Kanûn 17, 2017 19:13 Asia/Tehran
  •  Hewldana serokkomarê Iraqê jibo lezgînkirina çareserkiriya qeyrana  Hewlêrê

Serokkomarê Iraqê raghand ku ji bo lezgînkirina şêwirîna navbera Bexda û Hewlêrê li bara kutakirina qeyrana heyî navbera her du aliyan hewlê dide.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Someriye Newsê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê tevî sekinîna ser giringiya lezgînkirina şêwirînên navbera dewleta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê jibo çaresrkirina hemî pirsgirêkan û raghand ku serokkomar jibo pêkanîna  rewşê jibo kutakirina  qeyrana heyî hewlê dide.

 Nivîsgeha  serokkomariya Iraqê raghand ku Fuad Mesûm îro pêşewaziya  balyozê Rûsiyê li Iraqê  kir.

 Li gorî vê daxûyaniyê, Mesûm her wiha teqez kir ku hemî alî, çi dewleta federal û çi jî Herêma Kurdistana Iraqê baweriya xwe bi pêwîstiya şêwirînê hene û dizanin ku  xêncî wê tu rêçareyek tine, lê  jibo  vê qeyranê şêwirîna  rasterast navbera du aliyan û lihevkirina  li gorî qanûna  bingehîn  a niştimanî pêwîst e ku  berjewendiyên  giştî berçav bigre .

 Serokomarê Iraqê li bara peywendiyên navbera Iraq û Rûsiya Federal,  baldarî û hewldana  Rûsiyê jibo xurtkirina pewendiyên sadiqane, hevkariya dualî û her wiha rola  Rûsiyê jibo piştgiriya ji Iraqê çi li warê rawestana li ber terorîzmê û çi jî xurtkirina pêvajoya avedankirinê, pesinand.

 Balyozê Rûsiyê li Iraqê destnîşan kir ku rêvebriya  Rûsiyê ser ewlehî û aramiya Iraq û giringiya  çareseririna  pirsgirêkên heyî ji riya  şêwirîna kêrhatî teqez dike ku  bibe sedema  avedankirina  navçên kavilbûyî û her wiha  vegeryana  awareyan bo malên xwe hêsan bike.

 Li vê çarçoveyê, Mîxayîl  Bogdanof alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê pêştir ragahndibû ku welatê wî piştgiriyê dide yekitî û  yekperçetiya  erdê Iraqê û daxwaza sekinîna ser qanûna binghîn a vî welatî kir.