Mijdar 24, 2017 11:20 Asia/Tehran
  • Fermandeyê iraqî: Wê kêmtir ji sê rojên din, Iraq bi tamî ji paşdamayiyên DAIŞ`ê azad bibe

Fermandeyê Seraya El Cihadê ser bi Heşda Şeibî ya Iraqê got: Paqijkirina tam a axa vî welatî ji paşdamaiyên DAIŞ`ê, wê kêmtir sê rojên din bi dawî were ku tê wateya kemilandina paqijkirina terorîstan ji hêla leşkerî ve.

Qonaxa yekemîn a operasyona azadkirina navçeya El Cezîrê ku 30 hezar kîlometre ji çolên ku digihîjin sê parêzgehên Selahedîn, Neynewa li bakûr û El Enbar li rojavaya Iraqê, sibeha duh pêncşemiyê bi beşdariya Heşda Şebî, polîsê navendî û bi piştevaniya hêlîkoptêrên artêşa Iraqê destpê bû.

Çola El Cezîrê ketiye navbera navçeyên Hedîseya parêzgeha El Enbarê, Sînîyeya parêzgeha Selahedînê û Sincara parêzgeha Neynewayê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Komara Îslamî (IRNA), Hesen El Sarî, fermandeyê Seraya El Cihadê, roja pêncşemiyê bal kişande ser dewama operasyona paqijkirinê ya navçeyên El Cezîrê û herwiha got: Hêzên iraqî li halê paqijkirina tam a vê navçê ne ku jiber berfirehbûna zav û gihîştina wê heya sînorê Iraq û Sûriyê, jibo terorîstan cihekî guncav bûye ku piştî her operasyonekê xwe li wir weşêrin.

Wî herwiha ragihandin ku hejmarek ji endamên DAIŞ`ê ku ji operasyonên berê yên azadkirinê li parêzgehên Selahedîn, Neynewa û El Enbarê revîbûn, li operasyona duh hatine kuştin.

Bi azadkirina bajarê Bûkemalê li başûrê Sûriyê û bajarê Rawê li parêzgeha El Enbar a Iraqê, serdestiya koma terorîst a DAIŞ`ê wekî rêxistineka terorîst bi dawî hat.