Mijdar 23, 2017 20:31 Asia/Tehran
  • Tekîda Ebadî û Hekîm ser birêketina hilbijartina parlemanî ya Iraqê li ser wexta xwe

Serokwezîrê Iraqê carek din ser birêxistina hilbijartina parlemanî ya li vî welatî ser wexta kifş bûyî sekinî.

Li gor rapora medyayên iraqî, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna îro pêncşemê ya erkantiya bilind a hevahengiya di navbera parêzgehan got: ``Her çiqas hilbijartina parlemanî li nav Iraqê bi berfirehî û pişkdariya zave xelkê birê keve pişkdariya welatiyan li îdarekirina welêt jî dê zêdetir bibe``.

Serokwezîrê Iraqê li bara destdirêjiya malxopanker a terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê jî got: ``DAIŞ`ê li navçên ku dagîr kiribû  û navçên din ên nav Iraqê kavilkeriyên zav cih aniye lê Iraq bi hevgirtin û yekparçetiyê li vî şerî ser ket``.

Nivîsgeha Emar Hekîm serokê bereya Hikmet a netewî ya Iraqê jî li daxûyaniyekê ragihand; ``Pêbendiya bi wexta kifşbûyî ji bo hilbijartina parlemanî ya Iraqê pêwîst e``.