Mijdar 23, 2017 17:59 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî: Em pêşniyarqanûna boykotkirinê ya Kongireya Amerîkayê dijî Nucebayê dişopînin

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê li berteka li hember pêşniyarqanûna boykotkirinê ya Kongireya Amerîkayê dijî Berxwedana Îslamî ya Nucebaya Iraqê, ragihand ku ji aliyê sefaret, wezareta karên derve û hemî peywendiyên xwe ve, em mijarê dişopînin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Komara Îslamî (IRNA), serokwezîrê Iraqê li civîneka xwe ya çapemeniyê ya heftane li bersiva pirsa nûçegîhanê kanala El Nucebayê liser pêşniyarqanûna boykotkirinê ya Amerîkayê dijî vê hêza berxwedana Îslamî got: ``Niha em li halê serketina tam a li ser DAIŞ`ê ne û em ser vê bawerê ne ku karên wiha çi niha û çi jî demeka din, şaş in``.

Heyder Ebadî bal kişand ser vê yekê ku boykotkirina Nucebayê, karekî şaş di demeka şaş da ye û herwiha got: ``Em şîret li Kongireya Amerîkayê dikin ku vê pêşniyarqanûnê nepejirîne jiber ku komên iraqî yên berxwedanê beşdarî şerrê dijî DAIŞ`ê bibûn``.

Wî destnîşan kir: ``Em ê wê mijarê bişopînin û em îznê nadin komên ku bi DAIş`ê re şerr kirine, bikevin nav lîsteya terorîsmê``.

Fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê got: ``Me bi rêya balyozxaneya xwe ya li Waşîngtonê bi Kongireya Amerîkayê re xeber daye û hîn jî encamên wê dişopînin``.

El Ebadî herwiha destnîşan kir: ``Em bi rêya, balyozxane, wezareta karên derve û hemî peywendiyên xwe pêşniyarqanûna boykotkirinê ya dijî Nucebayê dişopînin``.

Hjmarek ji siyasetmedar û analîzorên iraqî li axiftinên cida ji hev li berteka li hember van boykotên Amerîkayê dijî hêzên berxwedana îslamî yên ku li Iraqê dijî DAIŞ`ê şerr kirine, wê tolhildana Amerîkayê ya ji ber şikesta DAIŞ`ê û jiber şikestxwerina planên berfirehkirina terorîsmê û perçekirina Iraqê dinirxînin.