Tevgera Gorranê daxwaza zevtkirina mal û milkên berpirsên pilebilind ên Kurdistana Iraqê kir
Berdevkê tevgera Gorranê ragihand ku li peyamekê ji Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê xwestiye ku deynên derveyî yên Herêma Kurdistana vî welatî bi zevtkirina mal û milkên berpirsên pilebilind ên vê navçeyê bide.
Li gorî rapora Mehr News`ê, û ji zarê navenda nûçan a El-Xedê, Şoriş Hacî, berdevkê Tevgera Gorranê roja çarşemiyê tekez kir ku li gorî lêzanînan û piştî siyasetên işkestxwarî yên aborî yên berpirsên pilebilind ên Kurdistana Iraqê, deynên vî welatî gihêştiye 14 milyar dolarî.
Şoriş Hacî ragihand ku ev deyn û peymanên ku Herêma Kurdistana Iraqê wajo kiriye bêyî agehdariya xelkê vê navçê û bêyî îzna parlemanê û saziyên qanûnî li Kurdistana Iraqê bûye.
Berdevkê Tevgera Gorranê her wiha got ku nabe ev deyn ji bûdca terxankirî bo Herêma Kurdistana Iraqê were dayîn û divê dewleta navendî li Bexdayê bi hevkariya saziyên navneteweyî, darayî û heyîtiyên berpirsên pilebilind ên Kurdistana Iraqê zewt bike ku mal û heyîtiya xelkê dizîne.
Di eynî demê de, Nêçîrvan Barzanî serokê rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku ger rewş wisa bibe ku îmkana dayîna miaşan tinebe, dê eva eşkere ji xelkê Herêma Kurdistana Iraqê re were ragihandin.