Mijdar 22, 2017 16:40 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê bi dû girêdana dosîya şopandina parlimanterên kurd e

Piştî ku Dadgeha Fêdêral a Iraqê hikmê ibtalkirina rewabûna giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê da, hin parlimanterên kurd ku bi tawana hewldana ji bo perçekirina Iraqê ketibûn ber taqîbata dezgeha dadwerîya Iraqê, hêvîdar in ku ew dosîya wan bê girêdanê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, parlimanterên kurd ku di çarçova giştpirsîya cidabûnê de bi hewldana ji bo perçekirina Iraqê hatibûn tawanbarkirinê, balê dikişînin ser xaleke hikmê Dadgeha Fêdêral a Iraqê ku têde hatîye ragihandinê `` her tişta girêdayî bi vê giştpirsîyê ve, tê ibtalkirin.``

Desteya serokatîya parlimana Iraqê jî bi girêdana vê dosîyê helwesta xwe zelal kir.

Ji hêla din ve, Şivan Dawûdî ji Fraksyona YNK`ê got: Em parlimanterên kurd ji bo bidestxistina rêyeke xilasbûna ji vê qeyranê hewl didin û em dixwazin hevdufamkirin ligel fraksyonên sîyasî yên din ji bo bidestxistina rêçareyekê ji bo vê mijarê ne û em ser vê bwerê ne ku hikmê Dadgeha Fêdêral a Iraqê herwiha derfetek ji bo hevdufemkirinê û çareserkirina birayane û dostane ya pirsgirêkên mayî û nemaze boykotan pêk tîne nemaze ku Herêma Kurdistanê pêrgî qeyrana aborîyê bûye û welatîyên Herêma Kurdistanê iraqî ne.