Dijberiya Emar Hekîm li hember siyasîkirina seferberiya gelanî ya Iraqê
Serokê partiya Hîkmeya Neteweyî ya Iraqê tevî daxwaziya jibo pesendkirina hin qanûnan jibo hilbijartinên vî welatî, li dij siyasîkirina hêzên seferberiya gelanî anku Heşda Şeibî ya Iraqê derket.
Li gorî rapora Someriye Newsa Iraqê, Seyd Emar Hekîm serokê partiya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê roja yekşemê got: Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nabe bînin nav kêşeyên siyasî û tawanbarkirina Heşda Şeibî bi terorîzmê, ji ber hîn pîvanên newekhev e ku bi mehaneyên nemaqûl tên hilêxistin.
Emar Hekîm her wiha diyar kir: Iraqê hewcetî bi rêberên neteweyî yên serbixwe û negirêdayî li partî û grûpan jibo lîsteyên hilbijartinê heye.
Hekîm bal kişand ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlemanî li dema qirarkirî û ser avakirina bereya neteweyî ya piştgiriya ji Yekitiya Iraqê teqez kir.
Serokê partiya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê, daxwaza yekitî û yekperçetiya xelkê, parastina yekperçetiya erdê û avedankirina bajarên azadbûyî ji bin lepên DAIŞê kir û got: Divê hewldanên eskerî bibin weke hewldanên ewlehiyê ji ber ku hizra fanatîzmê hîn jî heye.
Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê duh çû yek ji navendên belavkirina kartên hilbijartina parlemana Iraqê û li wir destnîaşn kir: Berûvajiya hin gotinên derûdorên siyasî, ev hilbijartin di dema qirarkirî yanê 15 Gulana 2018`an were li darxistin.