Mijdar 19, 2017 11:09 Asia/Tehran
  • Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê: `Bexdayê civîna Yekîtiya Ereban boykot nekirye`

Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê bi fermî ragihand ku ev welata dê bi awayekî fermî beşdarî civîna roja Yekşemiyê ya Yekîtiya Ereban li Qahireya paytexta Misrê bibe û raporên derbarê boykotkirina vê civînê nerast in.

Li gorî rapora IRNA`yê, Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê, Ehmed Cemal li hevpeyivîna Russia Today a Erebî ku mêdyayên Iraqê êvara Şemiyê ew belav kirin, got: ``Raporên belavbûyî derheq vê yekê ku Îbrahîm Ceferiyê wezîrê karên derve yê Iraqê ji ber hitmala dayîna daxûyaniya dijî Îranê, ev civîna ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî û li bara Libnanê ye, nerast in``.

Wî her wiha got: ``Li civîna yekrojî ya Qahireyê dê cîgirê wezîrê karên derve yê Libnanê, Nezar Xêyr, wek nûnerê vî welatî beşdariyê bike``.

Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê bi gotina vê yekê ku Îbrahîm Ceferî ji ber bernamên ji pêş ve diyarkirî ji bo hevdîtinên xwe nikare here Qahireyê, got ku siyaseta bingehîn a Iraqê li ser esasa xala `Kontrola Qeyranê` ye, neku gurrkirina kêşeyan.

Pêştir rojnameya El Exbarê ya çapa Libnanê li raporekê ji zarê çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê nivîsîbû ku Ceferî ev civîna ku li dijî Îranê û Hizbullahê hatiye orgaznîzekirin, boykot kiriye.