Mijdar 17, 2017 19:11 Asia/Tehran
  • Ebadî: ``Opêrasiyona azadkirina rojavaya Iraqê dê were domandin``

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li pey ragihandina azadiya tam a bajarê Raweyê li rojavaya Enbarê, bi daxûyaniyekê ragihand ku opêrasiyon dê heta paqijkirina tam a navçeya Cezîre û zîvala sînorî ya Iraqê li rojavaya vî welatî were domandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ebadî azadkirina bajarê Raweyê li 340 Kîlomitriya rojavaya Bexdayê û 230 Kîlomitriya rojavaya bajarê Remadiya navenda parêzgeha Enbarê di dema diyarkirî da û li kêmtir ji çend saetan, nîşana hêz û şiyana hêzên çekdar ên Iraqê da zanîn û got: ``Opêrasiyon bi serketî û li çarçova bernameya darêştî li şêrr hevrê ye``.

Ebadî ev serketina li hêzên çekdar û gelê Iraqê pîroz kir.

Berî viya, derdora bîvroja îro Îniyê, fermandarê opêrasiyona Sehra (Çol) û Raweyê, Evdilemîr Reşîd Yarullah bi daxûyaniyekê qala azadkirina tam a Raweyê û bilindkirina ala Iraqê li ser bilindahiyên vî bajarî kir. Li dû daxûyaniya Yarullah, Qasim Eirecî wezîrê karên derve yê Iraqê jî bi daxûyaniyekê tevî pîrzokirina vê serketinê, ragihand ku bi vê serketinê, karê dAIŞ`ê ji hêla leşkerî va li Iraqê bi tam bi dawî hatiye``.

Beşa mezin a parêzgeha Enbarê ji meha Hezîrana sala 2014an va hevdem digel dagirbûna Mşsilê û hin beşên şeş parêzgehên Iraqê, ketin destê koma têrorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê.

Elbete bajarê Felûceyê ku duyemîn bajarê mezin ê parêzgeha Enbarê ye û li 60 Kîlomitriya rojavaya Bexdayê cih girtiye ji destpêka Çileya 2014an va û li pey komploya konên girevê ji aliyê hin tevgerên siyasî li vê parêzgehê, ketibû destê DAIŞ`ê û Remadiya navenda wê jî ji nîveka sala 2015an bi opêrasiyoneka hevpar hat dagirkirin.

Remadî di dawiya sala 2015an da hat azadkirin û Felûce jî di Havîna sala 2016an da bi destê hêzên iraqî hat azadkirin.