Mijdar 17, 2017 11:15 Asia/Tehran
  • Mesûm xwest ku gotûbêj dest pê bibin / Hemûdî ``Iraq ji qonaxa parçebûnê derbas bû``

Qeyrana têkildarî Giştpirsîna 25`ê Îlona 2017an li Kurdistana Iraqê, hema wisa bala mêdyayan dikişîne û Fuad Mesûmê serokomarê Iraqê xwest ku gotûbêjên lezgîn di navbera Bexda û Hewlêrê bên destpêkirin û cîgirê serokê parlimana Iraqê jî ragihand ku welatê wî `Xetera parçebûnê li pey xwe hişt`.

Li gorî rapora IRNA`yê, Serokomarê Iraqê bi daxûyaniyekê ku roja Pêncşemiyê hat dayîn, tevî sipasiya ji dewletê ji ber ragihandina soza xwe ya dayîna meaşa kedkarên Kurdistana Iraqê, xwest ku qanûn û rêzikên qedexetiya firrînên navneteweyî bo firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê bê rakirin. Mesûm her wiha ji ragihandina rêvebiriyên Herêma Kurdistanê derbarê sozdariya li ber şiroveya dadgeha bilind a federal ku li gorî xala yekem a Qanûna Bingehîn, parçekirina her beşeka Iraqê qedexe dike û li ser hakimiyet û yekîtiya neteweyî ya Iraqê pêgiriyê dike, pêşewazî kir.

Ji aliyê din va Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê bi caran destpêkirina gotûbêjan digel Hewlêrê bi mijara ragihandina betalkirina encamên Giştpirsîna lidarketî va girêdaye.

Li vî halî, Hemam Hemûdî cîgirê serokê parlimana Iraqê roja Pêncşemiyê li hevdîtina bi nûnerê sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, qeyrana navbera Hewlêr û Bexdayê li qonaxa çareserbûnê da zanîn û got: ``Qeyran li çarçova sozdariya bo Qanûna Bingehîn û nêrîn û biryarên dadgeha Federal li halê çareserbûnê ye``,.

Hemûdî xwest ku tecrubeya Giştpirsînê were bikaranîn û ew wek tiştekî şaş da zanîn û destnîşan kir ku Iraq ji qonaxa Xetera parçebûnê desrbas bûye.

Li halekî ku gotûbêjên di asta bilind da ji bo destpêkirina gotûbêjan didomin, parlimana neçalak  a Herêma Kurdistana Iraqê, roja Pêncşemiyê ragihand ku peyameka Aştiyê ji bo cîhaniyan ji aliyê gelê Herêma Kurdistanê şandiye.