Mijdar 16, 2017 16:10 Asia/Tehran
  • Amadetiya hêzên hevpar ên iraqî ji bo azadkirina Raweyê

Hêzên hevpar ên iraqî piştî azadkirina çend gundan li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê, xwe ji bo êrîşa li ser navçeya Raweyê li rojavaya vê parêzgehê amade dikin.

Li gorî rapora Al Alamê, fermandetiya opêrasiyona hevpar a Iraqê ragihand ku koma têrorîst a DAIŞ`ê piştî pêşdaçûna hêzên iraqî ber bi deriyên sînorî li rojavaya parêzgeha Enbarê, dest bi bikaranîna xwekujan û danîna bombe û teqemeniyan zav li vê navçeyê kirine.

Li vî halî, karzanê ewlehiyê yê Iraqê, Haşim Haşimî got ku koma tekfîrî wehabî ya DAIŞ`ê welatiyên asayî yên iraqî li bajarê Raweyê li rojavaya parêzgeha Enbarê wek Mertala Mirovî bi kar tîne û vê demê 12 hezar welatiyên asayî yên iraqî di dorpêça çeteyêmn DAIŞ`ê li bajarê Raveyê ne.

Haşimî destnîşan kir ku koma tekfîrî ya DAIŞ`ê hêz û vîna  xwe ji bo dewama şêrr ji dest daye û li ser vê esasê  welatiyên asayî li bajarê Raweyê dorpêç kirine.

Vî karzanê ewlehiyê yê Iraqê her wiha ragihand ku opêrasiyona pêşdaçûna hêzên iraqî ber bi navenda bajarê Raweyê bi armanca parastina canê welatiyên asayî û jêresaziyên vê navçeyê hêdî pêşda diçe.

Opêrasiyona azadkirina rojavaya Enbarê bi beşdariya hêzên artêş û Besîca gelanî yên Iraqê ji roja 26`ê Cotmeha 2017an va dest pê bûye. Bi azadkirina bajarê Qaimê tevahiya navçeyên girîng ên Iraqê ji hebûna têrorîstên DAIŞ`ê tên paqijkirin û tenê pişkek ji navçeyên bakurê Qaimê maye ku pêşbînî tê kirin di pêşerojeka nêzik dikeve bin kontrola hêzên iraqî.