Qebûlkirina hukmê dadgeha federal ji aliyê Hewlêrê tê wateya betalkirina encamên giştpirsiyê
Berdevkê nivîsgeha serokwezîrirya Iraqê ragahnd ku biryara Hewlêrê jibo qebûlkirina hukmê dadgeha bilind a federala Iraqê, tê wateya paşdekişyaa ji encamên giştpirsiya Herêma Kurdistanê ji Iraqê ye.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, Sed El-Hedîsî, berdevkê nivîsgeha serokwezîriya Iraqê roja çarşemiyê ji Sputnikê re got ku pêşerta dewleta Iraqê jibo muzakireya tev Hewlêrê, betalkirina giştpirsiyê bûye û hukamê vê dawiyê ya dadgeha bilind a federala Iraqê jî li vê çarçoveyê hatiye dayîn, lewma dewleta Iraqê pêşewaziya Hewlêrê ji hukmê dadgeha federal bi wateya paşdevekişyana ji encamên giştpirsiyê dizane.
Sed Hedîsî her wiah got ku ev meseleya pêngavek ber bi aliyê hevhatinê û hevhatinên seretayî jibo destpêkirina muzakireyên siyasî navbera Hewlêr û Bexdayê dizane.
Dadgeha bilind a federala Iraqê, 6 Mijdara 2017an li hukmekî raghand ku li tu derekî qanûna bingehîn a vî welatî beşhsa dayîna îznê bo cidabûna hin navçan ji dewleta navendî ya Iraqê nehatiye kirin û hemî berpirsên dewleta federal a Iraqê divê yekperçetiya welêt in.
Herêma Kurdistana Iarqê roja sêşemiyê li daxûyaniyekê raghand ku Hewlêr rêzê ji dengê dadgeha bilind a federala Iraqê li bara xala yekê ya qanûna bingehîn a Iraqê digre.
Giştpirsiya cidabûna li Herêma Kurdistana Iraqê tevî dijberiya cidî ya Herêma Kurdistana Iraqê û welatên din û tenê ser îsara Mesûd Barzanî li 25 Îlona îsal hat li darxistin.