Azadkirina 13 gundan û kuştina bi dehan endamên DAIŞê li rojava Iraqê
Fermandê operasyona rawestana li hember terorîstên DAIŞê li rojava Iraqê, li bara kuştina herîkêm45 terorîstan û têkbirina 6 trimbêlên bombekirî li parêzgeha Enbarê agahî da.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Sputnikê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah, fermandê operasyona azadkirina navçên mayî di lepê DAIŞê li rojava Iraqê raghand: Terorîstên DAIŞê li rojava Iraqê raghand: Terorîstên DAIŞê li du rojên derbasbûyî dema azadkirina hin gundan ji aliyê artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê hatin kuştin.
Li gorî gotina Ebdulemîr Reşîd Rarullah hêzên iraqî vê dawiyê herîkêm 13 gund ji lepên terorîstên DAIŞê azad kirine. Li gorî raporan, piraniya gundên azadbûyî ji lepên DAIŞ`ê li bakurê çemê Firatê li rojava parêzgeha Enbarê ne.
Hêzên iraqî li duwem heftiya li dû hev, mijûlî azadkirina navçên rojava parêzgeha Enbarê ji lepên koma terorîstî ya DAIŞê ne û karîne bajarê Qaimê û hemî navçên ser bi wê azad bikin.